Serok Barzanî Kes nikare kurdên êzdî ji gelê me cuda bike

Serok Barzanî Kes nikare kurdên êzdî ji gelê me cuda bike

Rojava News: Bi helkefta hatina cejna “Çarşema Sor” a kurdên êzdî, ku îsal dikeve 15ê Nîsanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ew cejin li hemû kurdên êzîd pîroz kir.

Barzanî di peyama xwe de nivîsiye ku, berxwedan û xweragiriya kurdên êzdî peyameke ji bo hemû dost û dujminan ku “Êzdî beşek ne veqetiyayî yê gelê Kurdistan ne.

Barzan tekez dike jî ku “Xwîna şehîdan peyameke zelal e ku tu hewlek nikarê kurdên êzdî ji Kurdistanê û gelê me veqetînin.”

Çarşema Sor ku wek “Roja vejîna hebûnê û destpêka jiyanê” di ola kurdên êzdî de tê naskirin, îsal dikeve 15’ê nîsanê. Ew roj jî wek bênvedaneke fermî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her sal tê ragihandin.

Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzdî, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk û birayên Kurdên Êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim.

Kurdên Êzdî mînaka berxwedan û xweragiriya gelê me ne ku ji bilî wan hemû hewlên ji bo qirkirinê, tu dijminek nekariye Kurdên Êzîdî ji nav bibe, her ji bo wê yekê ji bilî dirindeyî û hemû karên nemirovaneyên terorîstên Da’îş yên di dema dagîrkirina devera Şingalê de, nekarîn îradeya we yên ezîz têkbişkînin û berxwedan û xweragiriya bû bi peyamek ji bo hemû dost û dijminan ku Êzidî beşekî ne veqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û her bi wê navê jî bû ku sedan zarok û gedeyên Kurdistanê ji Xaneqînê heta digihe Zaxo bi çekê şerefê Pêşmergayetiyê ve hatin û ji bo azadkirina devera Şingalê xwîna xwe ya geş rijandin ser axa wê deverê û şehîd bûn. Xwîna wan şehîdan peyameke rûne ku tu hewlek nikarê Kurdên Êzdî ji Kurdistan û gelê me veqetîne.

 

Li sayeya azayetî û cangoriya Pêşmerge ve niha zêdetirê navçeyên devera Şingalê ji destê terorîstên Da’îş hatine azad kirin û bi dilniyayiyê ve hîç bostek ji axa Kurdistanê li bin destê terorîstan da nahêlîn û ev rewşa niha ya xuşk û birayên Êzdî bi dawî dibe û bi serbilindiyê ve vedigerin nav malên xwe û we dilniya jî dikin ku Pêşmerge dibê şureke polayînî ya ji bo parastina we û hemû pêkhatên Kurdistanê.

 

Li cejna serê sala Êzdî da tekez li wê yekê dikîn ku bi hemû şiyanek ve palpiştiya xuşk û birayên Êzdî dikîn û divê ew bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin û rê nadîn hinek kes çarenûsa wan diyar bikin û sûrîn li ser parastina wan û dabînkirina paşarojeke dûrî ji nexweşî û çewsandinê.