Şer bi çekên giran bû

Şer bi çekên giran bû

Rojava News: Çekdarên rîxistina DAIŞê li gundê Mesqelatê yê nêzîkî Bendava Mûsilê, êriş kirin ser çeperên Pêşmerge û di wî şerî de çekên sivik û giran qewimî.

 

Fermandarê Hêza Sipîlke ya Hêzên Pêşmerge, Emîd Meran Meran ji Rûdaw re ragihand: “Îro seat 05:00, çekdarên DAIŞê li nêzîkî Bendava Mûsilê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.”

 

Emîd Meran Meran wiha got: “DAIŞ bi hêza meşê û bejayî êriş kir û di wî şerî de çekên sivik û giran hatin bikar anîn.”

 

Derbarê ziyanên DAIŞê, wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Gellek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 12 termên wan li cihê şer mane, lê Hêzên Pêşmerge ti ziyanên wan nînin.”

 

Şevê din. Li Şingalê jî çekdarên DAIŞê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Hêzên Pêşmerge bi giranî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin û gellek çekdarên wan kuştin.