KRP û KRG: Teqîna Hewlêrê nîşana şikestina terorîstan e li eniyên şer

KRP û KRG: Teqîna Hewlêrê nîşana şikestina terorîstan e li eniyên şer

Rojava News: Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna li nahiyeya Enkawa ya Hewlêrê çêbibû şermezar dikin û tekez dikin ku, ew teqîn nîşana şikestin û serneketina “terorîstan” e.

 

Duhî teqînek li nêzîk konsulxaneya Amerîkayê li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû û di encamê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û 8ê din jî birîndar bûn. Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê jî ew teqîn şermezar kirin.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê (KRP) di daxuyaniyekê de ragihand: “Ew bûyera nemirovane nîşaneke zelal e ji bo şikestina terorîstan li hember pêşmergeyên qehreman û têkçûna wan ya li eniyên şer.”

 

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku, “Ji bilî bi tundî şermezarkirina vê karê hovane, em serxweşiyê li malbatên şehîdên vê teqînê dikin û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran re dixwazin.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê  wiha got: “Bila terorîst jî wê yekê baş bizanin ku morale bihêz ê welatiyên Kurdistanê bi kiryarên vî awayî danakeve û em hemû alî jî di rûbirûbûna terorê de rijidtir dibin û pêşmergeyên qehreman jî tola xwîna bi neheq a welatiyan, li eniyên şer dikin. “

 

Ji aliyê xwe ve jî, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê wê bûyerê daxuyaniyek belav kir û tê de ew teqîn şermezar kir.”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em bi dijwarî wê tawana terorîstî ku tê de xelkê sivîl kirine armanc, şermezar dikin.”

 

KRG wiha domand: “Ev tawana tirsinoke ya terorîstan nîşana hovatiya wan e û di heman demê de belgeyê şikestin û têkçûna terorîstan e li hember Hêza Pêşmerge û xweragiriya xelkê Kurdistanê.”