Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî got İran tevlî operasyonên Musilê nabê

Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî got İran tevlî operasyonên Musilê nabê

Rojava News: Di rewşekî de ku hêzên kurdî û artêşa Iraqê amadekariyên ji bo rizagarkirina Mûsilê dikin serokê herêma Kurdistanê ragihand ku Îran tevlî vê operasyonê nabe.

Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya bi radyoya dengê Amerîka de derbarê planên hevbeş ên hêzên kurdî û Iraqê ji bo rizgarkirina Mûsilê de got: “Li gor ku me bi aliyan re li ser mijarê lihev kiriye Îran tevlî vê operasyonê nabe.”

Barzanî herwiha diyar dike ku Îran dikare wek cîran alîkariya Iraqê bike lê divê hevsengiya bi cîranên xwe re jî biparêze.

Di mehên derbasbûyî de hêzên milîsên Şiayên Iraqê bi awayekî eşkere tevlî operasyona rigarkirina Tigrîtê bûn.

 

Îran dibêje ku hêzên wan yên leşkerî ji bo desteka leşkerî bidin Iraqê hatine şandin. Hebûna Îranê li Iraqê rastî nerazîbûna hinek aliyan hat. Herwiha tê gotin ku hêzên leşkerî û milîsan di dema şerê li Tigrîtê dest bi talana bajêr kirine.