Tawanbarê teqîna Enkawa hat girtin

Tawanbarê teqîna Enkawa hat girtin

Rojava News: Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê girtina tawanbarê teqîna bajarokê Enkawa yê Hewlêrê ragihand.

 

Roja îna borî teqînek li Enkawa rûda û di encamê de 2 kurdên Bakurê Kurdistanê bi navê Saadettin Şan û Bulent  Onen şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn.

 

Di daxuyaniyekê de, ku hatiye belavkirin, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand: “Em ji xelkê xwe re radigihînin ku, piştî lêkolîneke hûr û dûvçûnên hêzên asayişê û bi alîkariya welatiyan, şeva borî, tawanbarê serekî yê teqîna roja 17ê Nîsanê ya bajarokê Enkawa, hat girtin.”

 

Wê daxuyaniyê wiha domand: “Di encama wê teqînê, ku li nêzîk kaftêriyaya Park bi rêya otomobîleke bombekirî û ji dûr ve “bi rêya kontrolê” hatibû teqanind, 2 kurdên Bakurê Kurdistanê, şehîd bibûn, herwiha 10 welatiyên din ên sivîl birîndarbibûn.”

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî dike ku, “Lêkolîn ligel tawanbarê sereke yê teqînê berdewam e û piştî bi dawî hatina karên pêwîst dê hûrgiliyên bêhtir ên girêdayê vê kiryara terorîstî ji welatiyan re bi temamî bên ragihandin.”