Rojava News: Ji 4500 Kurdên Êzîdî yên ketîne destê DAİŞê, zêdetirî 1100 kesan jê hatine rizgar kirin.
Mehma Xelîl, peyvdarê bi navê Êzîdîyan û endamê berê yê civata nûnerên Îraqê, bo malperê fermî yê partîya demokrata Kurdistanê, got: heta niha zêdetirî hezar û sed kesan ji çar hezar û pênsed Kurdên Êzîdî yên ketine destê DAİŞê, hatine rizgar kirin, û pranîya wan rizgarkirîyan jin û zarok û pîremêrin û hêşta sê hezar û çarsed kes di destê DAİŞê da mane.
Navhatî ew yek jî got, bêtirîya Kurdên di destê Daişê da mane, genc û keçên ne zewicî ne, hindek ber bi Sûrîyê birine û hindek bo wlatên din, û herêm di hewlên berdewam da ye ji bo rizgarkirina Kurdên Êzîdî yên di destê DAİŞê da mane.
