Rojava News: Asayîşê li taxa Şêx Meqsûd li Helebê, 2 endamên Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PKD-S) piştî sal û nîvê serbest berdan.
Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand ku herdu endamê Komîteya Herêmê Şukrî Bekir û endamekî din, hatin berdan.
Herdu endamên PDK-S ji aliyê hêzên asayîşê ve berî nêzîkî sal û nîvekê li Helebê bi hêceta ku ew endamên Partiya Azadî ne, hatibûn girtin.
Herwiha PDK-Sê daxwaza berdana endamên xwe yên mayî jî kir. Heya niha 3 endamên PDK-Sê di zindanên asayîşê de girtî ne.
