Rojava News: Her sal di 22ê Nîsanê de roja rojnamegeriya kurdî ye û ev roj li tevahiya Kurdistanê tê pîrozkirin.
Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alî kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 sal piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Kurdistana Başûr, 22yê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin
Rojnameya Kurdistanê li serhev 31 hejmar derket. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist, lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista, loma birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Ebdurrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir.
Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmarên wê derketin (hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).
