Rojava News: Şervanên Kurd bi nehînî xwe gihandin nav çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ) û 14 çekdarên wan kuştin.
Çavkaniyeke meydanî ji Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê ji BasNews re ragihand ku, 22 Nîsanê Şervanên Kurd bi nehênî Derbasî gundê (Elamiriye) ser bi bajarê Serê Kaniyê ve, ku di bin kontirola çekdarên DAIŞê de ye û li wir di encama şerekî de di navbera her du aliyan de 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê kuştiyan hîna li meydana şerin.
Herwiha wê çavkaniyê tekez kir ku şer li gundê Elamirye berdewame û firokeyên Cengiyên Hevpeymaniya Navdewletî jî li ser gund difirin û gelek baregehên DAIŞê bordûman kirin.
