Rojava News: Balafirên hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka di nava vê hefteyê de 18 êrîşên din li dijî rêxistina DAIŞê li Rojava û Başûrê Kurdistanê û li Iraqê pêk anîn.
Li gor daxuyaniyeke Artêşa Amerîka, balafirên hevpeymaniya navdewletî 6 caran êrişî navendên DAIŞê li derdora Kobanî bombebaran kirine ku di encam de cihên şer, wesayît û yekîneyên taktîkî yên wê rêxistinê hatin têkbirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li Iraqê jî 12 êrîş li dijî navendên DAIŞê li nêzîk parzûngeha Bêcî, Felûce, Rumadî, Rawe û Teleferê pêkanîn.
Artêşa Amerîka diyar kir ku balafirên hevpeymaniyê di êrîşên li Iraqê de jî yekîneyeke taktîkî, navendeke serkirdayetiyê û çend wesayît û panzêrên DAIŞê têkbirin.
