Leşkerên Tirk welatiyekî Efrînê qetil kir

Leşkerên Tirk welatiyekî Efrînê qetil kir

Rojava News: Leşkerên Tirk 3 welatiyên ku pezê xwe diçêrandin gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de welatiyek hat kuştin û dû kes  jî brindar bûn.

 

Leşkerên tirk li ser sînorê Rojava û Bakur dîsa êrîşî welatiyên Rojava kirin û kesek bi navê Seydo Reşad Dîko (28) salî qetil kirin.

 

Leşkerên Tirk danê sibehî (24ê Nîsanê) danê 3 welatiyên ji gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê dema ku pezê xwe li herêma beranberî gundê Tofê yê Bakurê Kurdistanê diçêrandin, gulebaran kirin.

 

Di encamê de welatiyê bi navê Seydo Reşad Dîko jiyana xwe ji dest da. Her wiha herdu welatiyên bi navên Seydo Bilal û Îmad Menan jî birîndar bûn. Ji ber guleyên leşkerên Tirki welatiyên herêmê nikarîbûn xwe bighînin cihê bûye, ji ber vê yekê cenazeyê Seydo Reşad Dîko hate saet 15.30’an li erdê ma. Birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.