Asayişê êrişî merasîma Salvegera Rojnamegeriya Kurdî kir

Asayişê êrişî merasîma Salvegera Rojnamegeriya Kurdî kir

Rojava News: Hêzên asayişê li Efrînê êrişî merasîma salvegera 117 rojnamegeriya kurdî kirin û bi zorê xelk belav kirin.

 

Li Efrînê, bi helkefta 117  Salvegera Rojnamegeriya Kurdî merasîmek hate li darxistin.

 

Merasîma ku bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û bi stran, dîmenên folklora kurdî û axaftnên cuda berdewam bû.

 

Di merasîmê de her wiha Endamên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Ebdulrehman Apo û Hisên Îbîş axifîn û bal kişandin ser dîroka ku rojnamegeriya kurdî tê de derbas bûye û astengiyên ku derketine pêşiya wê.

 

Li gor daxuyaniyeke PDK-S li Efrînê, bi hênceta ku ruxset tune ye, grûpekê ji hêzên asayişê û hinek kesên ku rûyê wan girtîbûn, êrişî merasîmê kirin û xelk bi zorê belav kirin û ji wî cihî dûr xistin.