Rojava News: Qaymeqamê Sirûcê Abdûllah Çîftçî da zanîn ku 3 hezar û 613 wesayîtên biplakaya Sûriyeyê yên ku ev 6 meh in li herêma ku li sînor hat amadekirin disekinin, şandin Kobanêyê.
Çîftçî bi bîr xist piştî ku rêxistina terorê ji herêmê paşvekişiya penaber bi komî vegeriyan welatê xwe û diyar kir ku li ser daxwaza penaberan wesayîtên wan ên ku li xeta sînor disekiniyan jî hatin tehliyekirin.
Çîftçî destnîşan kir ku li xeta sînor wesayîtên kobanêyiyan neman û axaftina xwe wiha berdewam kir: heta 5ê gulanê plakaya Tirkiyeyê ya berwext bidin wesayîtên penaberên sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê dimînin û hişyarî da ku dê wesayîtên ku plakaya wan a berwext tunin bikêşin otoparka gumrikê.
