Rojava News: Di nava 24 seatên dawî de nêzî 53 kurdên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn.
Rizgarbûna kurdên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê berdewame. Heta niha 1600 kes rizgar bûne û di 24 seatên dawî jî nêzî 53 kurdên Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne ku bêhtirî wan jin û zarokin.
Herweha hatiye zanîn ku; kesên rizgar bûne, ji nexweşxaneya Rizgarî ya parêzgeha Dihokê re hatine veguhestin û rewşa wan ya tenduristî jî başe.
Di heftiya bihorî de 200 kurdên Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn û bi giştî hêjmara kesên ku heta niha rizgar bûne digihêje 1600 kesî. 3 hezar kurdên Êzidî jî hêj di destê DAIŞ’ê de ne û rizgar nebûne.
