Li Hesekî şerê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de

Li Hesekî şerê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de

Rojava News: Li ser riya Ebyed ya li rojava-başûrê bajarê Hesekê dikeve di navbera çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên rêjîma Sûriyê de şer derket.

 

Şevê din li ser riya Ebyed ya diçe herêma Çiyayê Ebdulezîz ya başûr-rojavayê Hesekê, di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Hate gotin ku di şerê heta vê sibê dom kiriye de kuştî û birîndarên herdû aliyan hene, lê derbarê hejmarê de tu agahî ne hatiye bidestxistin.

 

Hate hînûn ku çeteyên DAIŞ’ê beriya şer li ser benda kontrolê ya nêzî Dibistana Ajotina Tirmpêlan a Ewailê ku li herêma şere, bi tirmpêkek bombebarkirî êrîş kirin. Di encamê de kuştî û birîndarên rêjîmê çêbûne, lê derbarê hejmarê agahî ne hate bidestxistin.

 

Pitşî teqînê çeteyên DAIŞ’ê li gundên Ebyed ên bi navê Daiwidiyê, Bab El-Xêr û Werd Şeqra êrşî pêk anîn. Di encamê de di navbera wan û leşkerên rêjîmê de şer derket. Hate gotin ku şer heta saetên sibê dom kiriye. Di pevçûnan de bê hejmar diyar bibe kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûne.