Serperiştê Teqandina Hewlêr û Enkawa hat kuştin

Serperiştê Teqandina Hewlêr û Enkawa hat kuştin

Rojava News: Encûmena Asiyişa Herêma Kurdistanê kuştina Cîgirê waliyê DAIŞê yê Kerkûkê ku serperiştiya Teqandinên Parêzgeha Hewlêrê û bajarokê Enkawa kiribû piştrastkir.

 

Encûmena Asiyişa Herêma Kurdistanê doh êvarê 28 Nîsanê daxuyaniyek sebaret bi kuştina têroristê ku serperiştiya teqandina Hewlêr û Enkawa kiribû belavkir û têde dibêje:  

 

Doh êvarî li nêzîkî qezeya Hewîca têroristê mezin (Elaa Pair Ehmed Elezawî) ku tê nasîn bi navê “Ebû Qasim” cîgirê waliyê çekdarên DAIŞê li Kerkûkê di piroseyek (Rêveberiya Giştiya Dijî Têrorê) ya ser bi Encûmena Asiyişa Herêma Kurdistanê de û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, ew kire armanc û ew kuştin.

 

Têrorîstê mezin “Ebû Elqasim” serperiştiya teqandina pêşiya parêzgeha Hewlêrê 19.11.2014 û teqandina Enkawa 17.04.2015 kiribû herwiha serperiştiya çend kiryarên têroristî li parêzgeha Kerkûkê kiribû.