Rojava News: Ji ber hejmara zêde ji ereb û xiristiyanan ligel kurdan li bajarê Hesekê û zêdebûna şer li tevahiya Sûriyê û bi cîhbûna DAIŞê li nêzîk wî bajêrî, pêkhatiyên Hesekê rastî metirsiyê tên.
Piştî ku krîza Sûriyê rengekî eskere sitand û ew welat di nava grûpên çekdarî de perçe bû û her grûpekê dest danî ser perçeyekê, metirsî û xeter bêhtir li ser wan herêman çêbû ku gellek netewe û ol bi hev re dijîn, weke mînak bajarê Hesekê.
Hin çalakvanên civaka svîl dixwazin komîteke pêkvejiyanê ava bikin, ji bo ku bikaribin hemû pirsgirêkên welatiyan çareser bikin û wan biparêzin.
Tê zanîn ku rejîma Sûriyê hejmarek zêde ji ereban anîne bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û ji kevin de li wir bi cîh kirine.
