Li Kobani û Cizîrê 17 çete hatin kuştin

Li Kobani û Cizîrê 17 çete hatin kuştin

Rojava News: li Kobanê 16 çekdarên DAİŞê hatine kuştin, yek bi saxî hatiye girtin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. Hate zanîn ku li herêma Cizîrê jî teroristek hatiye kuştin û otomobilek hatiye rûxandin.

 

Çekdarên DAIŞ’ê dohî ber bi siharê ve li başûr rojhilatê Kobanê hewl da ku êrîşekê pêk bîne. Hêzên kurd bersivên tund dan van çeteyên ku dixwestin êrîşî gundê Xan Memed bikin. Li vê qadê 16 terorîstê rêxistina DAİŞê hatin kuştin, yek jî bi saxî, termê 16 terorîstî û tevî cebilxaneyên wan jî kete destê hêzên kurdî.

 

Li Cizîrê jî Şevê din hêzên kurd li hemberî komên çeteyên ku li gundê Til Mixas ê giredayî Til Temir bi cih bûne êrîşek lidar xistin. Di vê êrîşê de çeteyek hate kuştin.