Rojava News: Li bajarê Mûsilê rêxitsina DAIŞê bêhtir ji 200 kurdên êzdî şehîd kir.
Berpirsê Komîteya Diceleyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hesen Xelo îro, 2ê Gulanê, ji BasNewsê re ragihand ku “Çekdarên DAIŞê duh Înê li çiyayê bajarokê Melebiye li Mûsilê ew 200 kurdên êzdî gulebaran kirin.”
Hesen Xelo diyar kir jî ku, di nav wan kurdên êzdî yên şehîd bûnî de “jin, zarok, xort û zilam hebûn.”
Roja 9-10 Hezîrana sala 2014an, DAIŞ baja Mûsilê girtiye, niha jî amadekrî bi rizgeakirina wî bajarî tên kirin.
Tevî wan 200 kurdên êzdî, çekdarên DAIŞê hejmarek ji erebên şîe yên iraqî jî gulebaran kiriye.
Ew kurdên êzdî ji xelkên navçeya Şingalê bûn, ku dema destdanîna li ser wî bajarî di 3 Tebaxa borî de, ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.
