Vê sibê 24 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Vê sibê 24 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Rojava News: Balafirên şer li çeperên DAIŞê yên li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê dan, di encamê de 24 çekdar hatin kuştin.

 

Balafirên şer îro danê sibê li gundê Zûmanê yê Şingalê li komeke 5 kesî ya çekdarên DAIŞê dan, di encamê de hemû hatin kuştin. Li gundê Rembosê jî balafiran 9 çekdarên DAIŞê kuştin.

 

li nav bajarokê Şingalê jî 10 çekdarên DAIŞê di encama bombebarana balafiran de hatin kuştin.

 

Di nav 24 saetên borî de balafirên şer 7 caran li çekdarên DAIŞê yên li devera Şingalê dane ku di encamê de zêdetirî 50 çekdar hatine kuştin.