Rojava News: Komisyona Bilinda Serbixwe ya Mafên Mirov li Iraqê eşkere kir ku, Rêxistina Dewleta Islamî ya tundirew (DAIŞ)ê li bajarokê Til Eferê ser bi parêzgeha Neynewa 70 Kurdên Êzidî darvekirin.
2 gulanê di kongirekî rojnamevanî de endamê komisiyona bilind ya mafê mirov li Iraqê “Qolo Şingalî” ragihand ku, duh 1 Gulanê çekdarên DAIŞê 70 Kurdên Êzidî ku bi dîl di dest DAIŞê de bûn darvekirin û termên wan di bîrekê de li gundê (Gilî) ser bi bajarokê Til Eferê ve hatin dîtin, herwiha ew jî eşkere kir ku DAIŞ di darvekirina Kurdên Êzidî de berdewame û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku bi lez bi hewara Êzidiyan ve were û wan ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike.
Bi gotina navborî 3 hezar heta 3200 Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin lê belê di heyamê derbasbûyî de derdora 1600 kesî xwe ji destê çekdaran rizgar kirin.
Bi sedema ku ew kafirin û Îbadeta Şeytan dikin, Kurdên Êzidî ji roja ku navçeyên wan ketin bi destê çekdarên DAIŞê de ratî cînosaydê tên.
