Rojava News: Li devera Pişderê ya Başûrê Kurdistanê, jin û mêrekî alayeke mezin a Kurdistanê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çêkirin.
Li gundê Pîranê yê bajarokê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê, jina bi navê Perîzad Mistefa û Dilşadê hevjînê xwe di nav 3 mehan de alayeke mezin a Kurdistanê çêkirin.
Dirêjiya wê alayê 3.8 metre û beratiya wê 2.8 metre ye û bi rîsê hirî hatiye çêkirin.
Dilşad sala 1991ê penaberî Rojhilatê Kurdistanê bûye û li wir bi Perîzadê re zewiciye. Karê wan xwedîkirina mirîşkan e lê di demên xwe yên vala de karê honanê dikin.
