Rojava News: Ronî Elî endamê Desteya Serbixwe ya jinûavakirina Kobanî ragihand ku leşker nikarin Kobanî ava bikin, tenê pispor jê re pêwîst in.
Di lêdwaneke taybet de ji bo malpera "Pdk-s" Ronî Elî endamê Desteya Serbixwe ya jinûavakirina bajarêKobanî got " Leşker nikarin Kobanî ava bikin, tenê kesên pispor jê re pêwîst in."
Derbarê pirsa ku egera wê yekê heye ku başdarên konferansa Amedê bikaribin pereyan bidin da ku Kobanî ava bibe, Elî diyar kir ku tu kes nikare bajarê Kobanî bi tena sere xwe ava bike ji ber ku ev erk gellekî dijwar e û kêsn pispor jê re pêwîst in.
Duh, li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê konferansa jinûavakirina bakarê Kobanî bêyî amadebûna Encumena Niştîmaniya Kurdî û tu aliyekî navdewletî birêve çû.
