Rojava News: Zaroka bi navê Elî Cuma ku li taxa Miştenur a Kobanê bi mina ku teroristên DAIŞ’ê di dema êrîşên xwe de çandibûn kiribû û birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Mîn a ku çekdarên DAIŞ’ê li Kobanê danîbûn zarokek kuşt. Doh di saetên danê sibê de li Taxa Miştenûrê mîn a ku beriya niha ji aliyê DAİŞê ve hatibû danîn teqiya. Di encamê de zarokên birayên hev ên bi navê Elî Cuma (5) û Mihemed Cima (15) birîndar bûn. Zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji wir jî veguhestin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Hate ragihandin ku Elî Cuma nehate rizgarkirin.
Cenazeyê Elî Cuma rakirin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê û piştî karûbarên otopsiyê wê teslîmê malbatên wan bên kirin.
Hate zanîn cenazeyê Elî Cuma birin Kobanê û Mihemed Cuma jî tê dermankirin.
