Rojava News: Şer û pevçûnên di navbera hêzên Kurd û çekdarên DAIŞê de li devera Til Temirê berdewam in û balefirên hevpeymanan cihên DAIŞê li wê deverê bombebaran dikin.
Şer li gundê Til Cedaya û Til Rumanê bi xurtayî berdewame..
Bajarê Til Temirê bi tevahî di bin kontrola hêzên Kurda de ye û ti şer û pevçûn di nava bajêr de nîne, lê çekdarên DAIŞê bajêr bi çekên giran topbaran dike.
Li go hatiye zanin, alîkariyên leşkerî gihîştine çekdarên DAIŞê li gundê Tewîlet Wegah, ku 25 kîlometreyan li rojavayê Til Temirê li ser rêya navdewletî ya Til Temirê û Helebê ye.
