Xelk çawa ji Efrînê diçe Qamişlo?

Xelk çawa ji Efrînê diçe Qamişlo?

Rojava news: Ji ber qutbûna rê di navbera bajarên kurdan li Rojavayê Kurdistanê, ji ber hebûna DAIŞê, xelk neçar dibe ku ji bajarekî biçe bajarekî din, bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibe û ji wir jî bi qaçaxî derbasî bajarê din bibe.

 

Beriya niha ji Efrînê heya Qamişlo nêzîkî 460 km bû û nêzîkî 4 saet û nîvan dirêj dikir. Lê niha ji bo ku kesek ji Efrînê biçe Qamişlo, divê bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibe û biçe Entabê û ji wir heya Qosre biçe. Divê ji wir jî derbasî Cizîrê bibe, ev yek jî hin caran ji ojekê zêdetir dirêj dike.

 

Herwiha ji bo ku xelk ji Cizîrê vegere Efrînê jî, dîsa divê bi heman awayî bi qaçaxî derbas bibe.

 

Ji ber ku navçeya Ezazê ku bi sînorê Efrînê re ye û nişteciyên wê ereb in, gelek ji xelkê bi rêya Ezazê derbasî Tirkiyeyê dibin, ku li wê derê gelekî hêsantir e ku derbasî Tirkiyê bibin.

 

Demên dawî derbasbûna bi qaçaxî ji bajarên kurdan ji bo Tirkiyeyê gelek zehmet bûye, gelek ji welatiyan bi guleyên leşkerên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest didin.

Li Efrînê bêtirî 10 kesan li ser sînor hatine kuştin û gelek ji wan rastî eşkenceyê hatine.

 

Herwiha li aliyê Cizîrê ve jî welatî dema bi qaçaxî derbasî Tirkiye dibin, rastî êrişên çekdarî yên leşkerên Tirkiyeyê tên.