Kêmtirîn daxwaza Barzanî konfederalî ye

Kêmtirîn daxwaza Barzanî konfederalî ye

Rojava News: Talebanî û Newşîrwan Mistefa agehdarê hemû hûrgiliyan e û piştgiriya Barzanî dikin.

Amajeyên navendên birêyarê li Amerîka, di çend rojên borî de, destpêka proseya dabeşkirina Iraqê bi ser 3 herêmên cuda de bi kiryar ragihandin, di vê serdana Barzanî de jî, navborî dê bêhtir ji federaliyê bixwaze.

 

Li gor çavkaniyeke nêzîk ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji heftenameya Bas re ragihandiye, Barzanî di serdana xwe ya bo Talebanî de gotiye, hemû tiştek derbarê serdana xwe ya derveyî welat ligel behis kiriye.

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku Barzanî ji Talebanî re gotiye: “Me hemû rêkarên yasayî bo bibazarkirina petrolê pêkanîne, mezintirîn şirketên petrolê li Amerîka amadene rasterast danûstanê ligel Kurdistanê bikin, lewma mifaya Bexdayê bi tenê ew e ku car car mûçeyê dişîne, ji wê zêdetir bi dest me derdikeve.”

 

Di serdana xwe ya bo Talebanî de, Barzanî behsa ecîndeyên serdana xwe behis kiriye, ku ji firoştina rasterast a petrola Kurdistanê, pirçek kirina Hêzên Pêşmerge bi çekên giran û firoke û helîkopter, pirçek kirina krîstiyan û êdziyên Deşta Neynewa û rêxistina wan di çarçoveya hêzên Wezareta Pêşmerge de, pêk tên, her li gor çavkaniyan Bas ê.

 

Çavkaniyê amaje kir jî ku, Barzanî ji Talebanî re gotiye ku, glopa kesik bo kurdan ji aliyê dostên niha ve haiye vêxistin ku dosya serxwebûnê pêşkêşî navendên siyasî yên Amerîka û Ewropayê bike.

 

Ji aliyek din ve, çavkaniyekê nêzîk ji Tevgera Goranê amaje bi wê yekê kiriye ku, Barzanî di peywendiya xwe ya telefonî de ligel Newşîrwan Mistefa, bi dirêjî nêrînên xwe veguhertine û her du yekbûn ku, kurd ne sedema hilweşana Iraqê ne, lê dema hikûmeta Iraqê wek kemîne têkiliyê ligel kurd û sineyan dike, ew Iraq bi kirdar ber bi hilweşanê ve diçe.

 

Hewiha Rêxerê Giştî yê Tevgera Goranê piştgiriya Barzanî kiriye û gotibû: “Baweriya me bi te heye û dizanin ku mafên gelê me di destên emîn de ne.”

 

Parlementerê Iraqê Hoşyar Ebdulla jî ragihand ku, roj bi roj Herêma Kurdistanê bêhtir gavan ber bi wê yekê ve diavêje ku sîstema federalî derbas bike, ber bo serxwebûna temam ve yan yekgirtineke konfedralî ligel Iraqê.

 

Çavdêrê siyasî Mueyed Teyib jî dibêje ku, eger gelê Kurdistanê deng li ser serxwebûnê bide, dê civaka navdewletî piştgiriyê bike.