Rojava News: Bi armanca parastina namûsa xwe li hemberî destdirêjiya sêksî, 4ê gulanê jineke Kurd li bajarê Mihabad ya Rojhelatê Kurdistanê xwe ji qata 4`an ya Hotela Tara ya bajêr avêt xwarê û jiyana xwe jidest da.
Li gor nuçeya li ser malpera xendan, Xwediyê Hotelê Nadir Molûdî ku cerdevanekî Komara Îslamî ya Îran`ê ye, xwestiye Hotela xwe bike 5 stêrk. Destûra vê jî bi danîna planek qirêj bi hêzên Îtilaata Îranê re digire.
Li gor plana ku ji berê hatî amadekirin Hêzên Îtilaatê dest bavêjin jina ciwan a ku li Hotelê kar dike û di berdêla wê de destûra 5 stêrkkirina Hotelê were dayîn.
Jina Kurd dema dibîne hemû deriyên Hotelê hatiye girtin û wê rastî destdirêjî û hêrîşa Hêzên Îtilaatê were, xwe ji qata herî jor a Hotelê davêje xwarê û jiyana xwe ji dest daye.
