Rojava News: Bi tuhmeta ku ew alîkariya partiyên Kurdî dikin DAIŞ ji wan dixwaze ku ji bajar derkevin.
Duh derengî şevê çekdarên DAIŞê hejmarek mezin ji kurdên Reqayê bakurê Sûriyê girtin û ew ji xaniyên wan derxistin û alayên reş li ser wan xaniyan hildan.
Li gorî çend çalakvanên kurd ji bajarê Reqayê Ku nexwestin navên wan bê eşkere kirin gotine: “Duh 5 Gulanê derengî şevê çekdarên DAIŞê êrîşî malên kurda kirin û hejmarek mezin ji wan girtin û birin deverek ne diyarkirî û ji malbatên kurdan xwestin ku ji bajar derkevin bi tuhmeta ku ew alîkariya partiyên Kurdî dikin”
Herwiha çalakvanan tekez kirin ku: “Xanî, Otombîl û milkên wan desgîrkirin û ji wan xwestin ku jib ajar derkevin piştî ku 20 welatiyên Kurd girtin û birin deverek ne diyar.”
