Di teqina Hesekê de 16 endamên asayişê şehîd bûn

Di teqina Hesekê de 16 endamên asayişê şehîd bûn

 

Rojava News: Çekdarên DAIŞê doh êrîşek bi otomobila bomberejikirî birin ser pêgeheke asayişa bajarê Hesekê li qada (Beytere) û otombîla bomberkirî hat diteqandin.

 

Çavkaniyeke taybet ji bajarê Hesekê  got ku,teqîn gelek mezin bû û hejmareke mezin ji şehîd û birîndaran heye.

 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovn di daxuyaniyekê de ragihand ku, encamderên wê êrîşê hatin kuştin, herwiha herî kêm 16 endamên asayişê jî şehîd bûn.