Rojava News: Li her çar perçeyên Kurdistanê nerazîbûn ji bo piştgiriya Mehabadê hate nîşandan û dê îro li gellek cihên cuda xwepêşandan bêne lidar xistin.
Tê zanîn ku bajarê Mehabadê Xwepêşanderan li dijî kuştina wê jina kurd a ku di heman hotêlê de kar dikir, agir berdane hotêlê û piştre şer di navbera wan û hêzên polîs de derket. Polîs gaza rondikrêj û gule li hember xwepêşanderan bi kar anîn.
