Asayişa PYDê endamekî Komîteya Mentiqî ya PDK-Sê girt

Asayişa PYDê endamekî Komîteya Mentiqî ya PDK-Sê girt

Rojava News: Asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve endamekî Komîteya Mentiqî ya PDK-S girt.

Duh, di dema ku endamê Komîteya Mentiqî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S Nezîr Şêxmûs berê xwe da bû Herêma Kurdistanê ew li ser sînor li dergehê Sêmalka ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê hate girtin.

Li gor zanyariyan piştî ku asayişa PYDê bi qasî demjimêrekê ew girtibûn bêyî k utu sedem ji vê yekê re hebe ewbirin cihekî nenas.

Ji aliyê xwe ve rêxistina GirkêLegê ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S girtina Nezîr Şêxmûs şermezar kir û daxwaz ji PYDê kir ku bi zûtirîn dem wî serbest berde.