Hejmarek mezin ji Penaberê Kobanî li Mersînê ne

Hejmarek mezin ji Penaberê Kobanî li Mersînê ne

 

Rojava News: Hejmarek mezin ji penaberên Kobanî li parêzgeha Mêrsînê dimînin, ji ber ku wek ew dibêjin debara feqîran li wê parêzgehê dibe.

 

Bi destpêka êrişa rêxistina DAIŞê re li ser herêma Kobanî di Îlona sala borî de û piştî koçberbûna xelkê Kobanî ber bi Bakurê Kurdistanê û welatê Turkiyê ve, heta vê demê bi hezaran ji malbatên Kobanî li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ûTirkiyeyê dimînin û yek ji wan parêzgehên ku hîn xelkê Kobanî lê dimîne, parêzgeha Mêrsînê ye.

 

Piştî rizgarbûna bajar û piraniya gundên Kobanî ji rêxistina DAIŞê, hîn bi hezaran ji malbatên Kobanî li Mêrsînê dimînin û heta vê demê  venegeriyane welatê xwe û ew sedema venegera xwe bi dijwariya jiyanê li Kobanî û tunebûna derfetên kar de girêdidin.