Rojava News: Çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li bajarê Hesekê hejmarek ciwanên Kurd bi hinceta ku ew piştî seet 8ê êvarê digeriyan girtin.
Çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li bajarê Hesekê hejmarek ji ciwanên Kurd li bajêr girtin, di j[r hinceta ku ew ciwan piştî seet 8ê êvarê li nava bajar digeriyan.
Tê zanîn ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk li bajarê Hesekê biryarek derxistibû tê de tevgera piştî seet 8ê êvarê qedexe kiribû, û kesê pêgirê biryarê nebe dê were girtin û cezakirin.
Derbarê vê yekê de welatiyê bi nave Ehmed Xelîl wisa ji "Pdk-s" got" PYDê ciwanan bi girtin dide ji ber ku ew piştî seet 8ê êvarê tevdigerin, lê pirs ew e çima PYDê vê yekê di nava taxên Kurdan de dike. Niha werzê havînê ye û xelk dixwazin ji xwe re derkevin, nizanim PYDê çima van biryaran derdixe. "
