Serok Barzanî: Gelek welat hene piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin

Serok Barzanî: Gelek welat hene piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Komara Çekê ragihand ku, gellek welat amade ne piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.

 

Barzanî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku gellek welat wek Mecaristanê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin û wiha got: “Gellek welat piştevaniya wê yekê dikin ku, gelê Kurdistanê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”

 

Barzanî piştî civîna xwe ya ligel serokomarê Çîkê, ji Rûdawê re got, wan di vê serdana xwe de ji tiştê ku pêşbînî dikirin zêdetir bi dest xistin.

 

Derbarê helwesta Mecaristanê li ser serxwebûna Kurdistanê de, Barzanî diyar kir ku gellek dewelt piştgiriya gelê kurd dikin ji bo ku biryarê li ser çarenivîsiya xwe bide.

 

Serokwezîrê Mecaristanê, Vîktor Orban di civîna xwe ya duh ligel Serokê Herêma Kurdistanê de piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê anîbû ziman û ragihandibû ku ew piştgiriya hewlên serxwebûna Kurdistanê dikin.

 

Roja 3yê vê mehê, Barzanî ligel şandekê ber bi Amerîka ve bi rê ket û piştî Amerîka çû Mecaristanê û niha jî li Komara Çekê ye. Ev hevpeyvîna Rûdawê ligel Barzanî li paytexta wî welatî Prag hat pêk anîn