Li başûrê Kobanê DAIŞ dest bi şewitandina gundan dike.

Li başûrê Kobanê DAIŞ dest bi şewitandina gundan dike.

Rojava News: Piştî ku çekdarên DAIŞê li eniya başûrê Kobanê rastî şikestinên mezin hatin, gundên ku jê vedikşin dişewitînin.

 

Li gorî Çavkaniyên ji eniya başûrê Kobanê ragihandine:  her du gundên Şewtî û Metîna Biçûk li başûrê Kobanê û  duh jî li derdora gundê Qertel çekdarên DAIŞê bi dehan zeviyên Zeytûnan berî ku ji wan deveran vekişin şewitan din.

 

ji aliyekî din ve wê çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku şervanên kurd derbeyên mezin li çekdarên DAIŞê dane, lewma ew ji eniya başûrê Kobanê vedikşin û gundên wê deverê wek tola ziyanên xwe dişewtînin.