8 gund ji destê DAIŞê hatin derxistin

8 gund ji destê DAIŞê hatin derxistin

Rojava News: Gundekî Hesekê û çend gundên Til-Temirê ji destê DAIŞê hatin derxistin.

 

Li Hesekê û Til-Temirê şer di navbera şervanên Kurd  û çekdarên DAIŞê de berdewam e, çend cî ji aliyê hêzên Kurdî ve hatin kontrolkirin.

 

Li gorî agahiyan, gundê Debaxiyê ku 12 kîlometreyan li rojavayê bajarê Hesekê dikeve ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

 

Li Til-Temirê jî gundê Alya ku 25 kîlometre dikeve bakurê rojavayê Til-Temirê û weke xaleke stratejîk tê naskirin, ji aliyê hêzên kurdî ve hat kontrolkirin.

 

Herwiha li Til-Temirê gundên Xelîl Hercan, Maksûme, Elûş, El Kebtaş, El Herbî, Şêx Ricam jî ji destê DAIŞê hatin derxistin.