Balafirên Amerîka li Kobanî û Hesekê dan

Balafirên Amerîka li Kobanî û Hesekê dan

Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Amerîkayê di nava 48 saetên borî de 24 operasyonên asmanî li Iraq û Sûriyê pêk anîne.

 

Hêza Hevbeş a Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Balafirên hevpeymaniya navdewletî û Amerîkayê di nava 48 saetên borî de 24 operasyonên asmanî li dijî çeper û navendên DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk anîne, ku 12 ji wan li Sûriyê bûn.”

 

Li gorî wê daxuyaniyê, her 12 operasyon li dijî navendaên DAIŞê li li nêzîkî bajarên Kobanî û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê pêk hatin.

 

Herwiha 12 operasyonên din jî li Iraqê bûn, ku li avahî û çekên DAIŞê li nêzîkî Bêcî û Feluce û bajarê Rumadî dan.