Rûfatê 3 hezar şehîdên Kurd di “gorên bi kom” de hatin dîtin

Rûfatê 3 hezar şehîdên Kurd di “gorên bi kom” de hatin dîtin

Rojava News: Dîtina gorên bi kom li Îraqê berdewame û behirên wan rûfatê şehîdên Kurd têde ne.

 

Li gorî raporteke Peymangeha Pizîşkiya Dadwerî ya Herêma Kurdistanê, 215 gorên bi kom li naverast û başûrê Îraqê hene ku termên şehîdên Kurdistanê li xwe digrin.

 

Li gorî wê raportê heta niha bi tenê 80 gorên bi kom hatine vekirin û termê 3 hezar û 300 şehîdên kurd têde hatiye dîtin.

 

Gora bi kom (Meharî) li navçeya Dîwaniya heta niha mezintrîn gore ku rufatê 730 Kurdên Enfalkirî têde bû.

 

Hikûmeta Îraqa Fîdral 16 meha Gulanê bi roja niştimanî ya “Gorên bi Kom” daye nasîn û heta niha bi hezaran rûfat hatine dîtin û hejmarek mezin jî hîna mane.

 

Derbarê vê pirsê rêvebira giştî ya gorên bi kom di Wezareta Karûbarên Şehîdan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de “Perwîn Nûrî” ji BasNews re ragihand, dîtina gorên bi kom li Îraqê berdewame û bêhtirên wan jî rûfatê Kurdên Enfalkirî têdene û got jî: “Li gorî amarên Wezareta Mafê Mirovan ya Îraqê 148 deverên gorên bi kom li Îraqê hene, lê belê ew deveranan guhertin bi ser de hatiye, li navçeya Meharî 6 gorên bi kom hebûn û rûfatê 730 şehîdî têde hatin dîtin û li Hemrîn jî 92 gorên bi kom bebûn”

 

Navborî ew jî eşkere kir ku, pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê yasayek taybet bi gorên bi kom derxe û li hêviya Hikûmeta Îraqê nemîne.