Li Kobanî 4 gundên din ji destê DAIŞê hatin standin

Li Kobanî 4 gundên din ji destê DAIŞê hatin standin

Rojava News: 4 gundên din ên herêma Kobanî ji aliyê hêzên Volkana Ferat ve ji destê DAIŞê hatin derxistin.

 

Duh li başûrê rojhilatê Kobanî bi derdora 60 km, di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Volkana Ferat û rêxistina DAIŞê de 4 gundên din ji DAIŞê hatin rizgarkirin.

 

Gundên Bîr Nasir, Bîr Xat, Bîr Zinar û Korquling ji çekdarên DAIŞê hatibûn standin û ta derengiya şevê şer li derdora gundê Korikê berdewam bû.

 

Li gorî agahiyan çekdarên DAIŞê berdewam malên sivîlan li gundewarên Kobanî diteqînin, duh jî li başûrê rojhilatê Kobanî 2 mal li gundê Şeşê teqandin.