Serok Barzanî hatina Îsra û Mîracê li misilmanan pîroz kir

Serok Barzanî hatina Îsra û Mîracê li misilmanan pîroz kir

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de hatina Îsra û Mîracê li misilmanan pîroz kir.

 

Bi helkefta hatina salvegera pir bi rûmeta Îsra û Mî'raca pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (S.X.L), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî misilmanên cîhan, Iraq bi giştî û Kurdistanê bi taybetî dikim.

 

Û got; Hêvîdarim aştî û pêkvejiyan ku peyama rasteqîneya ola pîroza Îslame cihê tundutîjî û nexweşiyan bigrê û hemû salê ev bîranîn bi xêr û xweşî be û Kurdistan jî herdem avadan û pêşketî be.