Rojava News: Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere kir ku li bajarê Hewlêrê 6 çekdarên DAIŞê hatine girtin ku hemû kurd in.
Encumena Asayişê îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku komeke terorîstî ya DAIŞê li bajarê Hewlêrê hatiye girtin û hemû planên wê komê hatine pûçkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ziman ku ew kom ji 6 kesan pêk tê û hemû jî kurd û xelkê Hewlêrê ne û wiha hatiye gotin:
“Wan terorîstan li sûcên xwe mukir hatine û gotine ku li mizgeftan de bi hizra radîkaltiyê hatine perwerdekirin û tevlî DAIŞê bûne. DAIŞê ji wan re gotiye li bajarê Hewlêrê êrişên terorîstî bikin.”
Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişê, wan endamên DAIŞê 18 bombe amade kiribûn ji bo ku li nav bajêr biteqînin.
Encumena Asayişê her wiha ragihandiye ku ew spasiya wan welatiyan dikin ku di girtina wan endamên DAIŞê de alîkariya hêzên ewlehiyê kirine ku hinek ji wan xizmên tohmetbaran in.
