Rojava News: 3 gundên din ên herêma Kobanî ji aliyê hêzên Volkana Ferat ve ji destê DAIŞê hatin derxistin.
Şer û pevçûnên di navbera hêzên Volkana Ferat û çekdarên DAIŞê li başûrê rojhilatê bajarê Kobanî didome û hêzên Volkana Ferat pêşve diçin.
li başûrê rojhilatê Kobanî di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Volkana Ferat û rêxistina DAIŞê de 3 gundên din ji DAIŞê hatin standin.
Hat gotin pêşveçûna hêzên Volkana Feran bi peştevaniya balafirên hevpeymaniya navdewletî pêk tê û heta 65 kilometreyan herêm hatiye kontrolkirin. Her sê gundên Girikê Şêxan, Şeşê û Korîk ji çekdarên DAIŞê hatin standin.
