ENKS li Qamişlo dicive

ENKS li Qamişlo dicive

Rojava News:  Îro civîna Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) dest pê kir, bi beşdariya tevahiya endaman ji bilî nûnerên Efrînê.

 Îro li bajarê Qamişlo endamên ENKSê ji ber hin mijaran gotûbêj bikin kom bûn.

 

Mebesta lidarxistina vê civînê ew e ku biryarê li ser çawaniya lidarxistina kongreya 3yemîn ya ENKSê bide ku ev zêdetirî salekê di serdema li darxistina wê re debas bû ye.

 

Mijarên herî sereke ku di vê civînê de werin gengeşekirin, mekanîzmên nûnertiya partiyan, kesên serbixwe û peywendiya ciwana ye di kongrê de. Herwiha wiha destnîşankirina dema li darxistina kongreyê 3yemîn jî mijara civînê ye.

 

Di civîna ENKSê de dê behsa wan partiyan jî bibe ku xwesteka tevlêbûna xwe radestî serokatiya ENKSê kirine û li hêviya bersivekê ne.