“Barzanî fermanderên leşkerî dixe amadebaşiyê”

“Barzanî fermanderên leşkerî dixe amadebaşiyê”

Rojava News: Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel fermandarên leşkerî yê Kurdistanê de, Serok Barzanî tekez li ser feramnderan kiriye ku “di amadebaşiyê de bin.”

 

Rojava News: Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mistefa Çawreş îro, 19ê Gulanê, taybet ji BasNewsê re ragihand ku, civîna fermanderên leşkerî ligel Serok Barzanî li ser çend tewerekê bû, yek ji wan pirsa azadkirina Mûsilê bû ku pêşbîniyên cuda di wê pirsê de tên kirin, ji ber ku ketina Rumadî mijûle azadkirina Mûsilê ji bîra hikûmeta Iraqê bibe.

 

Mistefa Çawreş aşkere kir ku tewera duyem a civînê girêdayî çawaniya baştirkirina jiyana Pêşmergeyan bû.

 

Navborî diyar kir ku, Serok Barzanî di civînê de daxwaz ji fermandarên leşkerî kiriye ku “di amadebaşiyê de bin, herwiha behsa wê yekê hatiye kirin ku çekên giran bilez bighin dest Pêşmergeyan.”