Rojava News: Li gorî dîkomentekê ji parêzgehên Îraqê hatiye xwestin ku erdê li kuştiyên Heşda Şeibî bibexşînin, beşek ji wê erdê jî dikeve sînorê madeya 140 de.
Di belgeyek Wezareta avedanî û şarewaniya Îraqê de hatiye nivîsandin: “divê hemî parêzgehên Îraqê perçek erd bidin malbatên kuştiyên Heşda Şeibî yên ku di şerê li dijî DAIŞê hatine kuştin“ û yek ji wan parêzgehên ku hatine destnîşan kirin parêzgeha Kerkûkê ye.
Ev belge di bin hejamra (793) rêkeftî (11.03.2015) û di roja (26.03.2015) li ser hemi parêzgehan hatiye belav kirin û yek ji wan parêzgehan parêzgeha Kerkûkê ye û li ser hatiye nivasandin “Lezgîne”.
