Leşkeriya neçar li Efrînê dest pê kir

Leşkeriya neçar li Efrînê dest pê kir

Rojava News:  Hat ragihandin ji îro û pê ve leşkeriya neçar li Efrînê dest pê dike.

 

Serokê Desteya Berevaniyê ya Xweser li Efrînê ya biser PYDê ve Ebdo Brahîm, di daxuyaniyekê de ragihand ji îro pê ve dest bi leşkeriya neçar li Efrînê tê kirin û got divê her xortek tevlî leşkeriya neçar bibe.

 

Birahîm anî ziman ew yasaya leşkeriya neçar li ser tevahiya partiyan û erebên li Efrînê ferz e û wiha domand: “Kampên perwerdekirinê hemû hatine amadekirin û kesên ku nifûsa wan li ser Efrînê hatîn tomarkirin divê were leşkeriya neçar bike.”

 

Mijara leşkeriya neçar cihê nakokiyên di navbera herdu aliyên ENKS û TEV-DEMê de bû.