Qamişlo Navendeke leşkerî ya YPGê rastî êrişa xwekujî hat

Qamişlo Navendeke leşkerî ya YPGê rastî êrişa xwekujî hat

 

Rojava News: Li bajarokê Çilaxa yê girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, êrişeke xwekujî pêk hat û di encamê de 2 pasewan birîndar bûn. Rêveberekî asayişê jî dibêje, xwekuj welatiyê Erebistana Siûdî ye.

 

Li gor hatiye zanîn: 2 çekdaran îro êrişî navenda leşkeriya bi zorê ya bajarokê Çilaxa kirin.

 

Di êrişê de çekdarekî li pêşiya navenda leşkeriya bi zorê xwe teqand û di encamê de 2 nobedarên wê navendê birîndar bûn, çekdarê din reviyaye û niha hêzên asayişê li nav bajêr li wî digerin.

 

Ji ber wê êrişa xwekujî, hêzên asayişê li Çilaxa ketine alarmê û bazar jî bi temamî hatiye girtin.

 

Li ser zarê berpirsekî asayişa Çilaxa got ku çekarê ku xwe teqandiye nasnameyeke Siûdî pê re hebûye.

 

Navenda leşkeriya bi zorê ya bajarokê Çilaxa dikeve ser rêya giştî ya bajêr.