Rojava News: Kongreya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 11ê Hezîranê de tê lidarxistin û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) bi para 4 partiyan beşdar dibe.
Endamê Polîtbîroya PDK-Sê, Muhsin Tahir ragihand: “Di civîna wan ya îro de biryar hat standin ku kongreya ENKSê di 11ê Hezîranê de were lidarxistin û endamên kongreyê ji 200 heta 250 kesan pêk bê.”
Tahir got ku piştî ku endamtiya her yek ji Partiya El-Wehde û El-Partî û herwiha herdu partiyên çep ku bûne yek, hat qebûlkirin, niha partiyên ENKSê bûne 9 partî.
Endamê Polîtbîroya PDK-Sê wiha got: “Eger tenê ew 9 partî beşdarî kongreyê bibin û ti partiyên din ji nû ve tevlî ENKSê nebin, wê her yek ji wan partiyan bi 9 kursiyan beşdar bibe. Jibilî PDK-Sê ku wê ew bi tenê bi para 4 partiyan beşdar bibe, herwiha partiyên çep wê herdu bi 10 endaman beşdar bin.”
Derbarê çawaniya parvekirina kursiyên aliyên serbixwe ligel ciwanan û jinan di kongreyê de, Muhsin Tahir wiha domand: Me % 50 ji endametiya ENKSê ji herêma Cizîrê re diyar kiriye û % 50 jî ji Kobanî, Efrîn û aliyên Kurd li navçeyên din ên Sûriyê re diyar kiriye.
Tahir herwiha anî ziman ku ji wê rêjeyê ji Kobanê 15 endam û ji Efrînê jî 15 endam di kongreyê de beşdar bin.
