Rojava News: Li eniya Guwêr ser bi bajarokê Mexmûr ve li başûrê rojavayê Hewlêrê Topxaneya Pêşmerge bi tundî baregehên DAIŞê topbaran kir û ziyaneke mezin gihandin wan.
Berpirsê komîteya Yekitiya Niştimanî Kurdistanê YNKê li Mexmûrê “Reşîd Gelalî” ji BasNews re ragihand: “Êvara 20 Gulanê topxaneya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî baregehên çekdarên DAIŞê li eniya Guwêr topbaran kir û eşkere kir ku di encamê de Pêşmerge ziyanek mezin gihandine çekdarên DAIŞê û baregehên wan hatin rûxandin, lê belê heta niha hejmara kuştî û birîndarên çekdarên DAIŞê ne diyare.
